Li Hewlêrê dronek bi ser malekê de ket, li Bexdayê jî AHB’yek hate xistin

Piştî êrişên DYA û Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê, rageşiya li herêmê berdewam dike. Li Hewlêrê dronek bi ser malekê de ket, li Bexdayê jî AHB’yeke ku dihat gotin armanca wê Baregeha Vîctorîayê ye, hate xistin.

Piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên 28’ê Sibatê li dijî Îranê, rageşiya li herêmê didome û li Hewlêr û Bexdayê du bûyerên cuda yên drona (AHB) rû dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, danê êvarê li Taxa Jiyan a Hewlêrê dronek bi ser malekê de ketiye. Di bûyerê de tu teqîn pêknehatiye û li gorî agahiyên destpêkê, zirarên canî an jî malî çênebûye.

Li aliyê din, hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Iraqê, li Bexdayê droneke ku dihat gotin armanca wê Baregeha Victoriayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ye, xistiye. Hat diyarkirin ku AHB berî bigihîje baregehê, li derveyî qada Victoriayê ketiye û di vê bûyerê de jî tu zirarên canî û malî çênebûne.

Tê diyarkirin ku piştî êrîşên Îsraîl û DYA’yê yên 28’ê Sibatê yên li dijî Îranê, heta niha hejmara êrîşên bi drone û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê ji 20’î derbas bûye.